Emerîka: Li Iraqê wê guhertinên girîng çêbibe
Ji nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê ji bo Iraqê daxuyaniyên girîng hat. Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku hevsengiyên siyasî yên li herêmê dikevin serdemeke nû.
Ji nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê ji bo Iraqê daxuyaniyên girîng hat. Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku hevsengiyên siyasî yên li herêmê dikevin serdemeke nû.
Nûnerê Taybet yê Emerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya derbarê serdana ji bo Iraqê û peyama serokê Emerîka ya ji bo serkirdeyên Iraq û Herêma Kurdistanê, ji medyayê re axivî.
Mark Savaya got ku wê guherînên mezin li Iraqê çêbibin û got; “Wê ji îro û pêve her kes li cihê gotinan, kiryaran bibîne.”
Mark got ku di nava du hefteyan de ewê biçe Iraq û peyamên taybet ên serokê Emerîka ji bo serkirdeyên Herêma Kurdistan û Iraqê ragihîne.